Erdogan: Divê Sûriyeya nû ji terorê dûr be û mafê hemî ol û etnîkan parastî be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tirkiyeyê radigehîne ku merema wan ew e bi rastgoyî tevlî avakirina Sûriyeyê bibin, bi şertekî ku ji terorê dûr be. Herwesa dibêje, “Pêdivîtiya gelê Sûriyeyê bi yekrêzî û vejandina wî welatî heye.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 19.12.2024) di çarçoveya lûtkeya “Rêkxistina Welatên Heşt” de, ku îro karên wê li Qahîreyê hatin destpêkirin, ragehand, “Pêdivîtiya gelê Sûriyeyê bi yekrêzî û vejandina wî welatî heye, ku ji ber şerî westiyayî ye.”
Recep Tayyip Erdogan amaje jî da, “Tirkiye bizavê dike di vê qonaxa giran de tevlî seqamgiriya Sûriyeyê bibe.” Herwesa got ku, di berjewendiya gelê Sûriyeyê de bi hûrî çavdêriya pêşhatên wî welatî dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir ku, merema wan ew e bi bawerî û rastgoyî tevlî avakirina Sûriyeyê bibin, ku dûrî terorê be û tê de tevaya ol, mezheb û etnîkan bi hev re bi aştî bijîn.