Mesrûr Barzanî cejna rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkeftina cejna rojiyên Êzî, peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Êzidî dike û dibêje, “Ez hîvîdarm bi xêr û xweşî û tenahî rojên cejnê biborînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 19.12.2024) bi helkeftina cejna rojiyên Êzî peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê kir û tê de got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina xûşik û birayên Êzîdî û hemû tex û çînên civaka Kurdistanê bi erkê serekî yê xwe dizane û pêgîrîbûna xwe bi bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê tekez dike.”

Ev jî tekista peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Ez pîrozbahiyên germ arasteyî xûşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û cejna rojiyên Êzî li wan pîroz dikim. Ez hîvîdar im ew bi xêr û xweşî û tenahî rojên cejnê biborînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina xûşik û birayên Êzidî û hemû tex û çînên civaka Kurdistanê bi erkê serekî yê xwe dizane û pêgîrîbûna xwe bi bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê tekez dike.

Cejna rojiyên Êzî pîroz be û hertim şad bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê