Li New Yorkê êrîşek li ser Konsulxaneya Israîlê hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên Amerîkayê bi hevkariya Nivîsîngeha Lêkolînan a Federalî bizaveke êrîşkirinê li ser Konsulxaneya Israîlê li New Yorkê pûç dikin.
Konsulê Giştî yê Israîlê li New Yorkê Ofir Akunis îro (În, 20.12.2024) ragehand, “Em wê alîkariya yekser a hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê bilind dinirxînin, ku ji bo pûçkirina bizava êrîşkirina li ser konsulxaneya me pêşkêş kir.”
Rojnameya Times Offê ya Israîlî jî ji aliyê xwe parve kiriye, “Ew tometbar ji aliyê polîsên Amerîkayê ve hatiye desteserkirin, ku alîgirê rêkxistina teroristî ya DAIŞê bû.”
Wê rojnameyê amaje jî daye, “Ew tometbar li wîlayeta Vircînyayê dijî û ji aliyê Nivîsîngeha Lêkolînan a Federalî ve hatiye desteserkirin.”
Ev pêşhat di demekê de ye ku, girjiyên deverê û yên navdewletî zêde dibin û tirsa rengvedanên ewlehiyê yên berfirehtir çê dikin.