Xwaringehên Diyarbekirê bihayê xwarin û vexwarinê bilind dikin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê kafê û xwaringeh aboriyê vediguherînin fersendekê û her tim bihayên xwarinê zêde dikin. Êdî kes nikarê bi mêvan û malbatên xwe re li derve xwarinê bixwe.
Li Diyarbekirê, xwarina derve edî bûye dewlemendî. Di van demên dawî de li Diyarbekirê bi hevjîn, heval û xizmên xwe re derketina derve ji bo xwarinê ne pêkane. Ji ber xwaringehên ku aborîyê weke hincet nîşan didin, bi fersend tevdigerin û her tim bihaya xwarin û vexwarinan zêde dikin. Çûna xwarinê ya derve, ji bo gelek kesan dibe wek xewnekê. Ji xêrî xwarinê, mesrefa çay û qehweyê jî gihîştiye astekî herî bilind ku êdî kes nikare debara xwe bike.
Serokê Jûrên Dikandar û Pîşesazan a Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglu ji K24ê re got: “Bi rastî li bajarê me kesên firsetparêz hene. Em nûnertîya wan dikin. Lê pêwîst e ku ew bên teftîşkirin. Li her derê buha vediguhere. Heya 2005 a tehtîşkirin di destê me de bû. 2005an û vir ve di destê şaredariyan de ye. Lê belê şaredarî dibêje em bi hilbijartinê hatine û teftiş nake. Ji ber vê yekê her kes li gorî dile xwe buhayê xwarine dinîvîsîne û welatî diêşîne. Ez dibejim werin min teftiş bikin”
Li Diyarbekir bihayê şorbê ji 90 lireyî dest pê dike, bihaya kezebê jî ji 500 lireyî derbas bûye. Bihayên piştî ragihandina mûçeya kêmtirîn di pêşerojê de ji niha ve welatiyan ditirsîne. Zêdebûna bihayê xwarinê, herî zêde zirarê dide wan kesên ku tevahiya rojê dixebitin û neçar in ku li derve xwarinê bixwin. Welatî dibejin pêwîst e ku dewlet dest bavê vê pirsgirekê u derfet nede firsetparêza.
Welatî Tuncay Kaplan: “Birinçek 50 lîreyî lê bi 350 lîreyî difroşin. Ji cihekî dikirin lê buha diguhere. Gelê me firsetparêzî dike. Dewlet jî sucdare. Teftiş nake.”
Welatî Mîzgin Kaya: “Him li welatê me him jî li bajarê me xwarina derve buye dewlemendî. Em nikarin êdî li derve cihekî runîn. Em ji buhaya bi gazinin. Dawîya heftê em dixwazin bi malbata xwe re li derve bigerin û bi hevre xwarin bixwin lê em ji ber buhayê zêde nikarin.”