Fîdan û Şera tekezê li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Yekşem, 22.12.2024) bi serdaneke fermî gehişt Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Desteya Tehrîr Şamê Ehmed Şera re civiya. Piştî wê civînê jî, di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û jiçekkirina komên çekdar li Sûriyeyê kir, zêdebarî avedankirina Sûriyeyê piştî desthilata Beşar Esed.
Ehmed Şera li destpêkê got, “Nabe ku çek li derveyê dewletê hebe. Em di qonaxa bê de di warên aborî û siyasî de hevahengiyê bi Tirkiyeyê re dikin. Jêrxaneya welatê me rûbirûyî arêşeyeke zêde bûye, lewma em piştevaniya Tirkiyeyê di pirsên wekî bankan û çandinê û tevaya warên din de jî giring dibînin, ji bo ku em welêt ava bikin.”
Serokê Desteya Tehrîr Şamê herwesa got, “Tirkiye hemî deman bi awayekî berdewam bi Sûriyeyê re bû, herwesa hevpeymaniya stratejîk jî di navbera me de heye. Em hêvîdar in em bi piştevaniya Xudê paşerojeke geş ava bikin.”
Paşî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Ez îro li Şamê gelek dilxweş im. Ez serexweşiyê li tevaya xelkê Sûriyeyê dikim ku, di dema 61 salên borî de li jêr destê Rijêma Beis canê xwe daye.”
Hakan Fîdan herwesa got, “Nîgeraniyên we di dema 14 salên borî de nîgeraniyên me bûn. Em hêvîdar in tevaya pêkhateyan di paşeroja Sûriyeyê de dilxweş bin. Tirkiye Sûriyeyê tenê nahêle, Erdogan bi we re dimîne. Divê kar ji bo vegerandina seqamgiriyê ji bo Sûriyeyê û nehêlana terorê bê kirin, xelk dikare vegere welatê xwe.”
Navbirî ron jî kir, “Pêdivî ye ev qonax bi awayekî durist bê derbazkirin, dadperwerî hebe ku tevaya pêkhateyan bên parastin. Nabe çi komeke mezhebî an olî bê piştguhxistin, divê welatek bê avakirin ku hemiyan bihewîne.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje da wê yekê jî ku Tirkiye ezmûnên xwe vediguhêze Sûriyeyê û piştevaniya Sûriyeyê dike. Herwesa got ku, “Nabe li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê dudilî hebe, bi çi awayan nabe PKK û YPG li ser axa Sûriyeyê bimînin. Divê bi zûtirîn dem PKK û YPG xwe li Sûriyeyê hilweşînin. Em li ser rûbirûbûna DAIŞê piştevaniya Sûriyeyê dikin, em nahêlin DAIŞ feydeyî ji rewşa Sûriyeyê werbigire.”
Hakan Fîdan li ser pêşveçûnên Israîlê li ser axa Sûriyeyê jî amaje da wê yekê ku, li dijî dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê Israîlê ve ne, ji ber ku Israîl bizavê ji bo dagirkirina Sûriyeyê dike.” Herwesa got, “Em wê yekê red dikin, divê Israîl rêzê li serweriya axa Sûriyeyê bigire.”
Ehmed Şera got, “Xelkê Sûriyeyê di dema 14 salên borî de rûbirûyî kavilkariyên şerî bûye, niha nîva xelkê Sûriyeyê penaber bûye û jêrxaneya aborî ya Sûriyeyê hatiye pûçkirin. Giringtirîn tişt ew e ku me bi welatan re li ser seqamgiriya Sûriyeyê û çarenivîsa wê lihev kiriye, em paştir arêşeyên wê di warê aborî de çare dikin, em bizavê dikin ku dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê nehêlin.”
Paşî Hakan Fîdan got, “Sûriye wêran bûye, xelk aware bûye û divê vegere. Divê welat alîkariya Sûriyeyê bikin, jêrxaneyên wê bên vejandin, hikûmeta nû ya Sûriyeyê îrade û nerîneke bihêz heye û divê ji aliyê Civaka Navdewletî ve bi giringî ve bê temaşekirin.”