Riyaz Eshed: Komên çekdar ên Sûriyeyê çekên xwe radestî dewletê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Damezrînerê artêşa azad a Sûriyeyê tekez dike ku, divê PKK bi zûtirîn dem çekan radest bike û ji Sûriyeyê derbikeve.
Damezrînerê artêşa azad a Sûriyeyê Riyaz Eshed duhî (Yekşem, 22.12.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Hemî komên çekdar razîbûna xwe diyar kiriye ku bibin pareke dezgeha serbazî û ewlehî ya Sûriyeya nû û çekên xwe radest bikin.”
Damezrînerê artêşa azad a Sûriyeyê herwesa got, “Divê bi zûtirîn dem PKK çekan radest bike û ji ser axa Sûriyeyê derbikeve, ji ber ku PKK rêkxistineke teroristî ye û çi cihek di Sûriyeyê de nîne.”
Riyaz Eshed amaje jî da, “Rê bi çi kesekî nayê dan ku ji derveyê desthilata dewletê çekan hilbigire, Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxwe yên Sûriyeyê yekane tenê mafê wê yekê heye ku çek di destan de bin.”