Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê gehişt Hewlêrê

Ruben Brekelmans
Ruben Brekelmans

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê gehişt Hewlêrê û biryar e bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê Ruben Brekelmans îro (Duşem, 23.12.2024) gehişt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ve pêşwaziya wî hat kirin.

Biryar e ku Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive û herwesa serdana şêwirmend û serbazên welatê xwe jî bike.

Holanda ji sala 2014ê ve endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî rêkxistina terorsitî ya DAIŞê ye û alîkarî û rahênanan pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dike.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment