Beqayî: Tiştê bo Îranê giring parastina yekparçeyîya axa Sûriyeyê ye

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî haydariyê dide welatiyên Îranê ku, di vê rewşê de nabe serdana Sûriyeyê bikin. Herwesa dibêje, “Pêştir hêzên Îranê di çarçoveya berhingarbûna DAIŞê û komên din ên terorsitî de li Sûriyeyê bûn û peywendî bi hejmareke aliyên opozisyonê re jî hebû.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Duşem, 23.12.2024) di konferansa rojnamevanî ya heftiyane ya Wezareta Derve ya Îranê de got, “Tiştê giring ew e ku Sûriye nebe cihê zêdebûna terorê.” Herwesa got, “Giring e ku biryardana Sûriyeyîyan bê desttêwerdanên derve be û welat jî pabendî vê xalê bin.”

Îsmaîl Beqayî herwesa ragehand, “Divê hemî welat jî bigehin wê bawerê ku her nerehetiyeke li her welatekî ji bo welatên din jî tê veguhastin, lewma jî ya ku em dixwazin parastina yekparçeyîya axa Sûriyeyê ye, lê çarenivîs û desthilatdariya paşerojê ya wî welatî ji aliyê Sûriyeyîyan bi xwe ve biryar li ser tê dan.”

Navbirî herwesa haydarî da xelkê welatê xwe û got, “Careke din ez tekezê li ser wê yekê dikim ku, ji ber wan guhertinên li Sûriyeyê hatine pêş û rewşa têkçûyî ya wî welatî, nabe welatiyên Îranê serdana Sûriyeyê bikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di derheqa hêzên Îranê li Sûriyeyê de jî ragehand, “Çûna hêzên Îranê bo Sûriyeyê di çend salên borî de tenê ji bo berhingarbûna DAIŞê û komên din ên terorsitî bû, ji bo ku derbazî welatên deverê nebin, herwesa em di pêşxistina piroseya siyasî li Sûriyeyê de jî alîkar bûn.”

Îsmaîl Beqayî herwesa got, “Pêştir me bi hejmareke komên opozisyonê re peywendî hebûn, lê me çi peywendiyeke rasterast bi desthilatdarên niha yên Sûriyeyê re nebû.”