Li Diyarbekirê buhayê nan bo cara sêyem hat zêdekirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê buhayê nan cara sêyemîn hat zêdekirin. Nanpêjên Diyarbekirê, li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ew bi vê rêjeya kêm, zirarên mezin dikin. Welatî jî ji ber zehmetiyên debara jiyanê, ji zêdekirina buhayê nan bi gazin n.

Bihayê nan ku ji meha Çileyê vir ve li Diyarbekirê 2 caran hat zêdekirin, berîya dawiya salê cara sêyemîn hat zêdekirin. Bihayê nanê ku di 22 yê Çile de zêde bû 12 Lîreyî, paşê zêde bû 15 Lîreyî û bi zêdebûna duyemîn a meha Îlonê re buha bû 18 Lîreyî. Di Dawîya salê de cara sêyem zêde bû û nanê 18 Lîre niha bû 20 Lîre.

Serokê Jûrên Dikandar û Pîşesazan a Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglu ji K24ê re got: “Ne tenê nan di navbera du salan de her tişt 10 qat zêde bu. Nanfiroş ji min re dibejin te hindik zêde kirîye. Hosteyê nan herî kem 80 hezar mehane digre. Piştî vê zêdebunê nanfiroş zirar nakin. Biryara muçeyê herî kem bê dayîn wê meaşê hoste ya biguhere. Lê em naxwazin buhayê nan dîsa zêde bikin. Arvan, gaza sîruştî, ceyran zêde nebe ji xwe em jî zêde nakin.”

Welatî Tuncay Kaplan: “Malbat heye 10 kesin. Dev ji xwarinen wek goşt, birinc berdin, nikarin nan jî bikirin. 10 kesin di malê de, ez ceryancî me, divem heqê xwe bixwazim. Mêze dikim nikarin nan bikirin ê dibejim ka ez çawa heqê xwe bixwazim.”

Tarîfa nû ya bihaya nan ku ji aliyê Jûrên Dikandar û Zeneatkaran a Diyarbekirê ve hatibû ragihandin ket meriyetê. Li Diyarbekirê bi buhabûnê re buhaya kulorîk û poxaça bû 12 lîre, nanê bi rûn jî ku ji bo Dîyarbekiriyan neçar e, bû 25 lîreyî. Bihabûna berhemên nanpêjê bû sedema bertekên welatiyan.

Welatî Recel Elelçî: “Li welat şer an xelayî heye? Na. Her kes li gorî daxwaza xwe bihayê her tiştî zêde dike. Mûçeyê herî kêm dê 3 hezar an jî 5 hezar bê zêdekirin. Lê her kes ji îro ve her tiştî ji sedî 150 û ji sedî 200 zêde dike.”

Welatî Cesaret Tekgul: “Pêwîste ku dewlet dest bavê vî karî û kontrol bikin, bi şopînin. Nan, xwarin, cilûberg her tiştî di bin kontrole de bi şopînin. Recep Tayyîp Erdoxan dest bavê vê pirsgirekê. Li gorayî muçeyê herî kêm buhayê nan zêde ye. Malbatên 6, 7 kes herî kêm 4 an jî 5 nan dikirin. Rojanê 75 lîre dike. Mehê dike 2 hezar, 3 hezar lîre. Kirêyên mala buye 15 hezar lîre. 3 hezar nan, ê elaktrîk heye av heye muçeyê herî kêm xelas nake.”

Li Diyarbekir buhayê nan cara sêyem hat zêdekirin. Nanê ku 400 xiramî berê 12 lîre bu bi zêdebuna cara sêyem bû 20 lîre. Nanê bi rûn jî ku ji bo Dîyarbekiriyan neçar e, bû 25 lîreyî.