Erdogan serdana Şamê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamegerekî navdar ê Tirkiyeyê got, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê diçe Şamê û nimêjê li mizgefta Emewiyan dike.
Rojnamevan û bêjerê navdar ê Tirkiyeyê Fatih Portakal got, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê dê serdana Şamê, Paytexta Sûriyeyê bike.
Li gorî Portakal, Erdogan dê bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re, nimêja Înê li mizgefta Emewiyan bike.
Destnîşan kir jî, ji bo serdanê amadekariyên tam hatine kirin û rêkarên ewlekariyê hatine girtin.
Ev yek di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duhî gotibû ku ewê serdan û têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re xurtir bikin.
Tê payîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Şamê bi Ehmed Şera re bicive.