“Ketina Esed xema Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsa Kurdî kêm kiriye”
Stenbol (K24) – Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê bangeka nû ya aşitiyê li dewleta Tirkiyeyê kirin. Li gor wan dawîkirina şerî û danîna çekên PKKyê ji bo aşitiyê ne bes e, divê gav werin avêtin û mafên Kurdan werin naskirin.
Gengeşeyên li ser pêvajoyeka nû ya çareseriyê bi hemû germahiya xwe ve berdewam e û tê çaverekirin di demeka nêzik de şandeka DEM-Partiyê serdana Rêberê PKK'yê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî bike û nêrînên wî yên li ser pêvajoyeka nû werin eşkerekirin. Tam di vê navberê de 39 neh rewşenhizrên Tirkiyeyê bi daxuyaniyeka hevbeş piştgirî dan pêvajoyeka nû û diyar kirin ku, aşitî tenê dawîkirina şerî niye, divê gav bo çareserkirina Kurdî jî werin avêtin. Li gor yek ji wan rewşenhizran, dewleta Tirkiyeyê heke dixwaze bi PKKyê re aş bibe, divê berî her tiştî daxwazên Kurdan ji wan gohdar bike û bi taybet mafê perwerdeya zimanê dayikê nas bike.
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ji K24ê re got: “Divê aliyên şerî li ser prensîba welatîbûna wekhev werin cem hev, dewleta Tirkiyeyê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê tendûristiyê yê bi zimanê dayikê nas bike. Min di jiyana xwe de çi pêvajoyeka bi navê aşitiyê li Tirkiyeyê nedîtiye. Heke em behsa aşitiyê bikin, divê jiyana xelkî ewle be û neyên girtin. Divê qeyyûm neyên danîn. Heke armanca pêvajoyê parastina ewlekariya jiyana Kurdan be, divê ji Kurdan were xwestin ka çi maf dixwazin."
Yek ji îmzekerên Belavoka Aşitiyê jî di wê baweriyê de ye ku, ketina Beşar Esed bandoreka neyînî li ser çarenûsa pêvajoye kiriye û xema Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsa Kurdî kêm kiriye. Li gor wî divê dewleta Tirkiyeyê, bi pêşhatên derve nêzikê pêvajoyê nebe, ji bo gavên çareseriyê destê xwe zû bigre.
Ahmet Faruk Ûnsal dibêje: “Hemû peyvên berî ketina Şamê hatibûn gotin, piştî ketina Şamê bêwate bûn. Lewma me belavoka aşitiyê ragihand. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê xem dixwar ku ger li Sûriyeyê rejîm bikeve, di valahiyeka ewlekariyê de çawa dikarin bi riya Ocalan kurdan kontrol bikin. Lê niha Şam ket û dewleta Tirkiyeyê vegeriya axaftinên xwe yên berê yên li dijî Kurdan. Axaftina Erdoganî ya li Mêrdînê nîşan dide ku, danîna qeyyûman dê berdewam be. Em bi riya qenala we bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku, bila berê xwe nedin Şamê, bila gav bo çareserkirina pirsa Kurdî bavêjin.”
Digel ku 2 meh bir ser banga Dewlet Bahçelî derbas bûne, heta çi gavên erenî nehatine avêtin, berevajî vê qeyyûm hatine danîn û rojnamger û siyasetmedar hatine destserkirin. Tê çaverêkirin di bibe. nava 10 rojan de şandeka DEM-Partiyê serdana Ocalanî bike û çarenûsa pêvajoyê belkî hingê zelaltir bibe.