Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê bilind bûye
Diyarbekir (K24) – Bihayên sotemeniyê li gorî geşedanên li bazarên cîhanî, nirxê danûstendinê bi berdewamî diguhere û ev guherandin bandor li ser her tiştî dike. Ji ber vê yekê welatî buhayên sotemenîyê ji nêz vê dişopînin.
Bihayên sotemeniyê li gorî geşedanên li bazarên cîhanî, nirxê danûstendinê û buhayê nefta Brent bi berdewamî diguhere. Li gorî nûçeyên erzanbûn û zêdebûnê buhayê benzîn û mazotê ku gelek zêde diguhere, welatî jî gelek caran li benzînxaneyan fêrî buhaya nû dibin. Li gorî buhayên nu benzîn 98 quruş û mazot jî 58 quruş zêde bû.
Midurê Stasyona Gazê Bulent Yildizoz: “Dema ku buhayê benzîn û mazotê zêde bibe bandor li her tiştî dike. Serê her tiştî barkêş e. Buhayê sotemenîyê zêde bibe, bandor li barkêş re jî dike. Ê xwarin, vexwarin bandor li her tiştî dike. Herî kêm depokî 2.500 lîreyî tê tijekirin.”
Barkêş Ridvan Tuz: “Ez karê barkêş dikim. Mazot zêde dibe hekê barkeş jî zêde dibe. Sîxorta kum in par çêkir 10 hezar lîre, îsal 20.500 lîreyî. Lastîka par min kirî 12 hezar lîre îsal min kirî 20 hezar lîreyî.”
Ji ber ku nirxê sotemeniyê bandorê li her tiştî dike, welatî guheztinên bihayan ji nêz ve dişopînin. Barkêş jî dibejin ku zêdebuna buhayê sotemenîyê me ji karê me dike.
Barkêş Suleyman Kaya: “Buhayê mazootê zêdekirine 45 lîre. Em heya êvarê diçin komirê bar dikin. Em ana li vir ber baranê ne wêran bun. Nikarin zarokên xwe mêze bikin. Me erebeya xwe liv ir girêdaye nizanim çi bikim.Mazot zêde dibe kes barê xwe nade.”
Barkêş Halîm Kaya: “Em erebeyê xwe dişixulînin naşixulînin hekê mazota xwe dernaxin. Meaş hindike. Her buhaê her tiş zêde dibe lê meaş zêde nabe.”