Di hewldana girtina efserekî rejîma Esed de 14 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Tertûsê di dema girtina efserekî pilebilind ê rêjîma Esed de, 14 endamên Hêzên Ewlekariya Giştî hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 26ê Berçile belav kir, hêzek ji Ewlekariya Giştî ya girêdayî Rêveberiya Operasyonên Leşkerî bi erkê girtina efserê rejîma Esed Mihemed Kenco Hesen çû gundê Xirbit El-Meezê yê ser bi Tertûsê ve, lê çekdarên gund rûbirûyî wê hêzê bûn û otomobîleke wê kirin armanc û di encamê de 14 çekdar hatin kuştin.
Da zanîn jî, Mihemed Kanco Hesen, Rêveberê Dadweriya Leşkerî, Serokê Dadgeha Meydanî û yek ji berpirsên tawanên li Girtîgeha Sêdnayayê bû.
Di vê çarçoveyê de, Desteya Operasyonên Leşkerî ji bo girtina çekdarên gundê Xirbit El-Meezê, hêzên zêdetir şand wî gundî û di navbera wan de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Rewangehê da zanîn jî, hêzên ewlekariyê gundê Xirbit El-Meezê dorpêç kirin, bi dehan kes ji gund girtin û ew birin navendeke ewlehiyê, ku kuştî û birîndarên li gund hene.
Piştî ketina Beşar Esed roja 8ê Berçile, hin xwepêşandan li bajarên Laziqiye, Tertûs, Humis û Banyasê derketin, bi taybet piştî "êrîşeke çekdarî" li ser Meqamê Ebû Ebdullah El-Hisên Xasîbî li bajarê Helebê ku tê de 5 kes hatin kuştin.