Neteweyên Yekgirtî: 13 milyon Sûriyeyî bi neçarî bûne penaber

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî ragehand ku, nêzî 730 hezar welatiyên Sûriyeyî li kempa awareyan li bakurê rojavayê Idlibê û derdora Helebê li bakurî dijîn û hevrûşî lehî û baranên dijwar bûne.
Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî parve kiriye ku, li destpêka sala 2024ê lehî û reşebayên dijwar bûne sedema têkdana 8800 çadirên awareyan, zêdebarî wê yekê ku nêzî hezar çadiran ji wan 260 çadirên ku hene bi temamî pûç bûn.
Ji sala 2011ê ve ku nerazîbûn û xwenîşandan û serhildan li dijî Rijêma Esed li Sûriyeyê çê bûn, hêzên Beşar Esed ji bilî girtina bi sedan hezar kesan, piraniya parêzgeh û bajarên xwe bobmebaran kirin, lewma xelkê Sûriyeyê di wê demê de bo navxweya Sûriyeyê û welatên derdorê û Ewropayê aware û penaber bûn.
Neteweyên Yekgirtî eşkere kiriye ku, 13 milyon Sûriyeyî bi neçarî bûne penaber, tevî wê yekê ku 174 hezar kes tenê li sala 2023ê di nav Sûriyeyê de aware bûn, bi vî awayî jî hejmara awareyên navxwe yên Sûriyeyî digehe nêzî 7.2 milyon kesan, 6.5 milyon kesên din jî li welatên rojava daxwaza mafê penaberîtiyê kiriye.
Neteweyên Yekgirtî ji aliyekî din ve jî got, “Ew hejmar karesateke mirovî nîşa me dide, ew jî çîroka şkestineke mezin e.”