Sûriye.. Teqînekê Himis hejnad û biker jî eşkere bûn

Cihê teqîna Himisê
Cihê teqîna Himisê

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqîneke mezin li parêzgeha Himisê rû da. Polîsên Sûriyeyê jî dibêjin, “Ew teqîn li cebilxaneyeke serbazî ya taybet a moşekan çê bû û bermayîkên Rijêma Esed ew teqandiye.”

Teqîneke mezin îro (În, 27.12.2024) li parêzgeha Himisê rû da, bi awayekî ku dibêjin li tevaya wê parêzgehê dengê wê hatiye bihîstin.

Fermandarê Polîsên Parêzgeha Himisê Ela Îmran jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Ew teqîn li cebilxaneyeke serbazî ya taybet a moşekan bû û bermayîkên Rijêma Esed ew teqandiye, ji bo ku welatiyên sivîl bibin qurbanî.”

Fermandarê Polîsên Parêzgeha Himisê ron jî kir, “Ew teqîn gelek bihêz û bibandor bû, bi awayekî ku dengê wê li tevaya Himisê hat bihîstin.”

Herwesa Bergiriya Şaristanî ya Sûriyeyê jî amaje da, “Neh kes di verêja vê teqînê de birîndar bûn û zirareke madî ya zêde jî gehişt xanî û avahî û dezgehên nêzî wê teqînê.”