Ehmed Şara: HSDê dê bibe beşek ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Heyet Tehrîr El-Şamê Ehmed Şera radgihîne, rêveberiya niha ya li Şamê danûstandinan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dike, ji bo çareserkirina kirîza bakurê rojhilatê welat û tekez kir, “Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne.”

Fermandarê Heyet Tehrîr El-Şam û Operasyonên Leşkerî li Sûriyeyê Ehmed Şera di hevpeyvîneke dirêj de bi kanala El-Erebiyayê re got: “Ez xwe rizgarkerê Sûriyeyê nabînim. Her kesê ku qurbanî daye, welat rizgar kir.”

Şera got jî: “Me gelek hewl da ku veguhestina desthilatê, bi awayekî nerm bibe.”

Herwiha diyar kir, “rizgarkirina Sûriyeyê, ewlekariya navçe û kendavê di pêncî salên bê de, misoger dike.”

Amaje bi wê jî kir, “amadekirin û nivîsandina destûreke nû li welêt dibe ku nêzî 3 salan bidome û ji bo hilbijartinan jî dibe ku 4 sal pêwîst bin.”

Herwiha got: “Her hilbijartinek rast, pêwîstiya wê bi serjimêryariyeke berfireh a nifûsê heye, pêwîstiya vê yekê jî bi demê heye.”

Derbarê hilweşandina grûpên çekdaran de, di nav de jî Heyet Tehrîr El-Şam, Şera got: “Grûp bê guman dê werin hilweşandin û ev yek dê di Kongreya Diyaloga Niştimanî de were ragihandin.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û HSDê de, Şera got: “Rêveberiya niha danûstandinan bi HSDê re dike, ji bo çareserkirina kirîza li bakurê rojhilatê welat û piştre tevlîkirina wê di hêzên çekdar ên Wezareta Berevaniyê de.”

Herwiha tekez kir jî, “Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne.”

Amaje bi wê yekê jî kir, desthilata nû dê bi zihniyeteke dewletî welat birêve bibe û tekez kir ku “Sûriye ji ti kesî re nabe cihê nerehetiyê.”

Şera got: “Şêweyê niha ya destbikarbûnê, pêwîstiyeke vê qonaxê bû û ne dûrxistina ti kesî bû.” Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku “Sîstema kotayê di vê heyamê de, dê pêvajoya veguhêz têk bide.”