Di gora bikom a Semaweyê de dayikan zarokên xwe himbêz kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîmên vekirina gorên bikom ên Îraqê dibêjin, “Dîmen dilhejîn in ku em dibînin rufat keftine ser hev û dayikan zarokên xwe himbêz kirine.”

Tîmên vekirina gorên bikom hûrgiliyên nû û dilhejîn li ser qurbaniyên wê gora bikom a ku haftiya borî li Semaweyê hatiye vekirin eşkere dikin, qurbanî hemî jin û zarokên Kurd in û nêzî 150 rufatan in, gule bi serê piraniya wan keftine lê li dû nîşanan zarok bi saxî hatine binaxkirin.

Birêveberê Gorên Bikom ên Îraqê Ziya Kerîm dibêje, “Di wê gora bikom de, hemî bi hev re hatine binaxkirin. Şûnwarên guleyan li serên jinan diyar in, lê ji zarokan û xasma yên sava çi nîşanên wesa diyar nînin, yanî çi gerentî nîne ku gule lê hatibin dan, lewma mimkin e hin ji qurbaniyan û xasma jî zarokan bi saxî hatibin binaxkirin.”

Li devera Til Şêxeyê ya Semaweyê, sê gorên bikom hene. Ya yekê li sala 2019ê hatiye vekirin ku rufatên 172 jin û zarokên Kurd tê de bûn ku, tenê çend metran ji wê gora bikom dûr e ya ku niha hatiye vekirin. Di wê gora bikom de ya ku ji nû hatiye vekirin, rufatên nêzî 150 jin û zarokên Kurd hene, ku berî nêzî 40 salan hatine şehîdkirin.

Serokê Tîma Vekirina Gorên Bikom ên Îraqê Ehmed Qusey dibêje, “Yek ji wan zehmetiyên em di wê goristanê de rûbirû dibin keftina li ser hev a rufatan e. Ji bo mînak, dayikan zarokên xwe himbêz kirine, lê li dû wê standard û ezmûna ku wê tîmê bi dest xistiye serederî bi wê arêşeyê re tê kirin.”

Heta niha nayê zanîn ka qurbaniyên nav wan gorên bikom xelkê kîjan devera Kurdistanê ne, biryar e pişkinînên DNA çarenivîsa wan yekalî bikin. Ew jî karwanekî pêla Enfalê ye ku nêzî 182 hezar welatiyên Kurdistanê ji aliyê Rijêma Beis a Îraqê ya nemayî ve hatine şehîdkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment