Ozel li ser peyama Ocalan: Bingeha çareseriyê divê Parlamento be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê ragihand, pirsa Kurd heye û cihê çareseriya pirsê jî, Parlamento ye.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel derbarê hevdîtina şanda DEM Partiyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ragihand, “Min daxuyaniya birêz Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina li Îmraliyê xwend. Wan diyar kir ku ew ê weke partiyên din hevdîtinê ji me bixwazin. Di prensîpê de em bi hemû aliyan re di nava diyalogê de ne û em hemû kanalên xwe yên ragihandinê vekirî dihêlin.
Ozel got: “Nêzîkatiya me ya ji pêvajoyê re zelal e. Em ji destpêkê ve dibêjin ku bingeha çareseriyê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê be. Em alîgir in ku pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin.”
Serokê Giştî yê CHPê got jî: “Em geşedanan dişopînin, lê agahiyên ku di destê me de ne hê têra şîroveyeke kûr nakin. Piştî ku em hûrguliyan bi dest bixin, em ê di komîteyên xwe yên pêwendîdar de nirxandinan bikin û bi raya giştî re parve bikin.”