Cevdet Yilmaz: Aramiya Sûriyeyê dê bibe sedema aramiya hemû navçeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cewdet Yilmaz dibêje: “Gelê Sûriyeyê şoreşeke mezin kiriye û aramiya Sûriyeyê dê bibe sedema aramiya hemû navçeyê.”
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cewdet Yilmaz, li bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê axivî û got: “Ev navçe xwedî mîrateke bêhempa, dîroka hezaran salan û şaristaniyên kevnar e û ji ber vê, jê re tê gotin hîlala berhemdar.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz got, “Riha êdî bajarekî pîşesaziyê ye. Piştî demekê em ê li Riha hem wekî bajarekî pîşesazî û hem jî wekî bajarekî çandiniyê binêrin.”
Li ser rewşa Sûriyeyê jî Yilmaz got: “Navçeya me salên dirêj bi şer û pevçûnên neteweyî, mezhebî û îdeolojîk rûbirû ma. Em pêşhatên Sûriyeyê bi dilxweşiyeke mezin dişopînin. Gelê Sûriyeyê dîktatorek rûxand, şoreş kir û xwedî li çarenivîsa xwe derket.”
Herwiha got: “Niha careke din hatiye qonaxa jinûveavakirinê. Em jî amade ne piştvanî bidin hemû xelkê Sûriyeyê. Em dizanin eger Sûriye avedan bibe, aram bibe û geş bibe dê bandor li me jî bike. Dibe ku di dema kurt de hin rîsk û kêmasî hebin, lê aramiya wan dê aramî bîne navçeyê.”