Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê 39emîn ê Amerîkayê Jimmy Carter şeva borî di temenê 100 salî de koça dawî kir.
Navenda Carter di daxuyaniyekê de got, “Jimmy Carter bi aramî li mala xwe ya li Plains, Georgia koça dawî kir.
Jimmy Carter sala 1924ê li wîlayeta Georgia ya Amerîkayê jidayîk bû û salên 1977 – 1981ê bû Serokê Amerikayê.
Carter di heyama xwe ya yekane ya serokatiyê de ji bo pêşvebirina mafên mirovan û dadmendiya civakî xebitî. Di heyama wî de, peymanek aştiyê di navbera Îsraîl û Misirê de bi navê Peymana Camp David bi navbeynkariya wî hate kirin.