Hêza asmanî ya Fransayê li naverasta Sûriyeyê heşargehên DAIŞê bombebaran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêza asmanî ya artêşa Fransayê bingeh û heşargehên DAIŞê li Sûriyeyê bombebaran kirin, ev jî êrîşa yekê ya balafirên şerî yên Fransayê ye piştî nemana Rijêma Esed li wî welatî.
Piştî serdana serbazên Fransayî li nav hêzên aştîparêz ên girêdayî Neteweyên Yekgirtî li Libnanê, Wezîrê Bergiriyê yê Fransayê Sebastien Lecornu li ser tora civakî ya Xê eşkere kir ku, balafirên şerî yên welatî wî li nav kûrahiya axa Sûriyeyê heşargehên DAIŞê bombebaran kirine.
Sebastien Lecornu nivîsiye, “Çalakiyên hêzên Fransayê di berhingarbûna terorê de li Sûriyeyê berdewam dibin, her di vê çarçoveyê de jî hêza asmanî ya Fransayê li roja Yekşemê, 29ê vê mehê, li Sûriyeyê heşargehên DAIŞê bombebaran kirine.
Nos armées restent engagées dans la lutte contre le terrorisme au Levant.
— Sébastien Lecornu (@SebLecornu) December 31, 2024
Elles contribuent à la coalition internationale "Operation Inherent Resolve" (OIR), depuis 2014 en Irak et 2015 en Syrie.
Dimanche, des moyens aériens français ont procédé à des frappes ciblées contre des… pic.twitter.com/uwzOmcJDce
Her di vî warî de ajansa France Pressê parve kiriye, “Balafirên şerî yên Rafalê bi hêza asmanî ya Amerîkayê re li naverasta Sûriyeyê du bingeh û heşargehên çekdarên DAIŞê bi heft bombeyan kirine armanc.”
Hêzên Fransayê li sala 2014ê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê de dest bi çalakiyên xwe yên serbazî kir û li sala 2015ê li Sûriyeyê tevlî êrîşên berhingarbûna terorê bû.