Rûsya desttêwerdana di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Rûsyayê li Waşintonê di ragehandinekê de tometbarkirina Rûsyayê bi desttêwerdanên di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de red dike.
Balyozxaneya Rûsyayê li Waşintonê amaje da, “Mosko desttêwerdan di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de nekiriye û desttêwerdanê di karûbarên siyasî yên çi dewleteke din de jî nake.” Herwesa got, “Sizayên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê jî li ser hin aliyan bi vê tometê bêbingeh in.”
Ev di demekê de ye ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê duhî (Sêşem, 31.12.2024) bi tometa fêlkirina li dengderên Amerîkayê, siza li ser çend kiyan û kesatiyên Rûs û Îranî sepand.
Di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de, kandîdê Komariyan Donald Trump piraniya dengan bi dest xistin û bi ser keft. Biryar e li roja 20ê vê mehê di merasîmeke taybet de wekî Serokê Amerîkayê yê nû dest bi karî bike.