Amerîka piştevaniya xwe ji bo xelkê Sûriyeyê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bi helkefta sala nû di peyamekê de helwesta piştevaniya Amerîkayê ji bo xelkê Sûriyeyê û avakirina wê tekez dike.
Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê Daniel Rubinstein îro (Çarşem, 01.01.2025) li ser tora civakî ya Xê helwesta welatê xwe tekez kir û nivîsî, “Piştî derbazbûna pênc dehsalan li ser desthilata Rijêma Esed, niha derfeteke dîrokî ya avakirina Sûriyeyê ji bo xelkê Sûriyeyê çê bûye û Amerîka jî pabendî alîkariya gelê Sûriyeyê ye.”
Daniel Rubinstein her di wê peyama xwe de ragehandiye ku, welatê wî piştevaniyeke temam li rolê jinên Sûriyeyê dike, ji bo ku tevlîbûneke çalak di avakirina welatê xwe de hebe.
As we enter 2025, we stand with the Syrian people & look forward to a brighter future for the year ahead. After five decades of the Assad regime’s tyranny, Syrians have a rare opportunity to rebuild & reshape their country, & to forge a new, freer & inclusive society. pic.twitter.com/cjiqoCen1I
— U.S. Embassy Syria (@USEmbassySyria) January 1, 2025
Tevî ku Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê heta niha jî daxistî maye, lê Balyozxaneya Çîkê li Sûriyeyê bûye wekîl û parêzera berjewendiyên Amerîkayê li Şamê.