Zêdetirî hezar sivîlên Sûriyeyê di sala 2024ê de hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan eşkere dike ku, di sala borî de zêdetirî hezar û 200 welatiyên sivîl ên Sûriyeyê hatine kuştin, ku zêdetirî du sed ji wan zarok in.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Pêncşem, 02.01.2025) ragehand, “Hezar û 264 welatiyên sivîl ên Sûriyeyê di sala 2024ê de hatine kuştin.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ron jî kir, “Di nav tevaya hejmara kuştiyan de, 242 zarok û 118 jin hene, herwesa 86 qurbaniyên din jî ji ber eşkenceyê mirine.”

Rewangehê eşkere jî kir, “Tenê di meha Berçileya 2024ê de, 503 welatiyên sivîl hatine kuştin, ku 96 ji wan zarok û 49 jin bûne û çar qurbaniyên din jî ku yek ji wan zarok û yek jin bû ji ber eşkenceyê mirine.”

Her li dû zanyarên wê çavkaniyê, hêzên artêşa Esed di sala borî de 356 welatî kuştine, ku 92 ji wan zarok û 40 jî jin bûn. Herwesa hêzên Rûsyayê li wî welatî 29 welatiyên sivîl kuştine, ku heft ji wan zarok û du jin bûn.

Wê çavkaniyê eşkere jî kir, “Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di sala 2024ê de 166 welatî kuştine, ku 23 ji wan zarok û şeş jin bûn. Herwesa komên çekdar ên Artêşa Niştîmanî jî 25 welatî kuştine, ku çar ji wan zarok û sê jin bûn.”

Rewangeha navbirî amaje jî da ku her di sala borî de, DAIŞê çar welatî kuştine ku yek ji wan zarok bûye. Di eynî demê de 662 welatiyên din ku 111 ji wan zarok û 65 jin in, ji aliyê komên çekdarî yên din ve hatine kuştin. Herwesa got, “Rêjeya 27% ya wan qurbaniyan bi ber parêzgeha Helebê keftiye, herwesa Dera rêjeya 18%, Idlib 13% û Dêrazor 11% ya qurbaniyan pêk tînin.”