Wezîrê Derve yê Fransayê li Şamê: Em hêvîdar in Sûriye xwedî serwerî be
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê hêvîdar e ku, Sûriyeya piştî Esed “aram û seqamgir û xwediya serweriya xwe be”.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Dervbe ya Almanyayê Annalena Baerbock îro (În, 03.01.2025) bi serdanekê gehiştin Şamê û biryar e bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re bicivin.
Berî civîna xwe ya bi Ehmed Şera re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana balyozxaneya welatê xwe li Şamê kir û di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje da, “Parîs hêvîdar e Sûriye ji bo hemî welatî û pêkhateyên wê aram, seqamgir û xwediya serweriya xwe be.”
Piştî nemana Rijêma Esed, ev serdana yekê ya Wezîrên Derve yên Fransa û Almanyayê ji bo Şama paytexta Sûriyeyê ye.
Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.
Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî bi Sûriyeyê re asayî dikin.