Annalena Baerbock: Pêdivîtiya Kurdan li Sûriyeyê bi gerentî û baweriya ewlehiyê heye

Annalena Baerbock
Annalena Baerbock

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Almanyayê amajeyê dide, “Rakirina sizayên li ser Sûriyeyê pişta xwe bi paşeroja piroseya siyasî germ dike.” Herwesa dibêje, “Pêdivîtiya Kurdan li Sûriyeyê bi gerentî û baweriya ewlehiyê heye.”

Wezîra Dervbe ya Almanyayê Annalena Baerbock îro (În, 03.01.2025) piştî çavpêkeftin û civîna xwe ya bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re ragehand, di çarçoveya civîna xwe ya bi navbirî re tekez kiriye ku Ewropa pereyî nade rêkxistinên Îslamî. Ev jî tenê bi berjewendiyên Ewropayê re girêdayî nîne, belkî Sûriyeyî bi xwe jî ku li Almanyayê penaber in tekezê li ser vê xalê dikin.

Annalena Baerbock herwesa pêdivî dibîne ku tevaya pêkhateyên Sûriyeyê tevlî avakirina wî welatî bibibn, xasma jî ku Ewropa di vê qonaxê de alîkariya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê dike.

Wezîra Dervbe ya Almanyayê tekez jî kir, “Pêdivîtiya Kurdan li Sûriyeyê bi gerentî û baweriya ewlehiyê heye.” Wezîra navbirî herwesa got, “Rakirina sizayên li ser Sûriyeyê pişta xwe bi paşeroja piroseya siyasî li wî welatî germ dike.”

Ajansa AFPê ya nûçeyan a Fransayî îro (În, 03.01.2025) ragehand, “Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Dervbe ya Almanyayê Annalena Baerbock bi serdanekê gehiştin Şamê.

Ew her du wezîr bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan û danûstandinên li ser rewşa niha ya Sûriyeyê û peywendiyên diplomasî kirin.

Piştî nemana Rijêma Esed, ev serdana yekê ya Wezîrên Derve yên Fransa û Almanyayê ji bo Şama paytexta Sûriyeyê ye.

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî bi Sûriyeyê re asayî dikin.