HSD: Li gundewarê Minbicê û Dêr Hafirê 72 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şer û pevçûnê li eniyên başûr û rojhilatê Minbicê û Dêr Hafirê, gelek çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, êrişên grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve li ser herêmên başûr û rojhilatê Minbicê, bi taybetî li ser gundewarê Bendava Tişrînê berdewam dikin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi qehremaniyeke mezin bersiva êrişan didin û ziyanên mezin digihînin wan.
Diyar kir jî, şeva borî firokeyeke şer a Tirkiyeyê 5 êrişên giran li ser Bendava Tişrînê û gundên derdora wê pêk anîn û hîn jî bi obîsan li herêmê didin. Liv û tevgera dronan jî heya nîvê şevê dewam kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê dibêje, artêşa Tirkiyeyê ji bo baregeheke leşkerî li girekî li herêmên nêzî Bendava Tişrînê ava bike, çekên giran û alavên pêwîst birine wir. Lê hêzên wan bersiva wê hewldanê da û di encamê de obîseke giran û sekoyeke avêtina mûşekên Grad jinav birin.
HSDê da zanîn jî, hêzên wan karwanekî erebeyên leşkerî jî kir armanc û di encamê de gelek çekdar hatin kuştin.
Diyar kir jî, Li eniya Dêr Hafirê, li gundê Hebûba jî HSDê li erebeyeke leşkerî ya mezin a çekdaran da. Erebe bi temamî hat rûxandin û çekdarên ku tê de bûn hatin kuştin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDê, di 2 rojên dawîn de Meclisa Leşkerî ya Minbicê li herêmên başûr û rojhilatê Minbicê û gundewarên Bendava Tişrînê derbeyên giran li çekdaran dan, nêzî 72 çekdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn. Dîsa gelek panzêr û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.