Dengê teqîneke bihêz Şam hejand

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Sûriyeyê îro (Yekşem, 05.01.2025) parve kir, “Teqînek li embarên çek û teqemeniyên serdema Rijêma Esed çê bû.”
Rojnameya Wetenê ya Sûriyeyî ji zarê Bergiriya Şaristanî ya Şamê parve kiriye ku, qaşo dûkeleke tarî li devera Meze Fîlatê li Rojavayê Şamê bilind bûye lê tîmên taybetmend dest bi lêkolînan kiriye, ji bo ku bizanin çavkaniya wê teqînê çi bûye.
Herwesa kanala fermî ya Sûriyeyê jî ji zarê çend şahidan parve kiriye ku, ew teqîn li nêzî devera Seyîde Zeynebê bû û ji ber bihêziya wê, derî û pencereyên piraniya xaniyên Şamê û deverên derdora wê hejiyane, lê çi amajeyek bi hebûna qurbaniyan an jî wî cihê ku ew teqîn lê çê bûye nehatine parvekirin.
Ji aliyekî din ve jî hin çavkaniyan parve kiriye ku, wê teqînê dengekî bihêz hebû, û qaşo ji ber êrîşeke balafirên şerî yên Israîlê bûye ku cebilxaneyeke artêşa rijêma herifandî ya Esed bombebaran kiriye.