Wezîrê Derve yê Sûriyeyê li Dewheyê: Me dê peywendiyeke gelek baş bi welatên deverê re hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Derve yên Sûriye û Qeterê li Dewheyê danûstandin li ser avedankirina Sûriyeyê û rakirina dorpêçên aborî kirin.
Şandeke bilind a Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî, ku ji Wezîrê Derve Eshed Şîbanî, Wezîrê Bergiriyê Merhef Ebû Qesre û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Giştî Enes Xetab pêk hatibû, îro (Yekşem, 05.01.2025) gehişt dewheya paytexta Qeterê.
Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Xilêfî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şîbanî û şanda pê re kir. Piştî temambûna civîna navbera wan jî, her du alî ji rojnamevanan re axiftin û behsa naveroka civîna xwe kir.
Xilêfî piştevaniya welatê xwe bi temamî ji bo Sûriyeya piştî nemana Rijêma Esed tekez kir û amaje da ku, di civîna xwe ya li gel Şîbanî de “danûstandin li ser Sûriyeya nû kirine”.
Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragehand, “Qeterê roleke diyar û berçav di piştevanîkirina gelê me de hebû û dê hevpara qonaxa aştiyê jî be.” Herwesa got, “Me nîgeraniyên xwe gehandin berpirsên Dewheyê, xasma jî dorpêçên aborî.”