Wezîrê Derve yê Fransayê: Nabe çi hêzeke biyanî Sûriyeyê kontirol bike

Jean-Noel Barrot
Jean-Noel Barrot

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê tekez dike, “Nabe çi hêzeke biyanî Sûriyeyê kontirol bike.” Herwesa dibêje, “Divê çekê kîmyayî li Sûriyeyê bidawî bê.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Yekşem, 05.01.2025) di daxuyaniyekê de got, “Di Sûriyeya nû de, nabe çi hêzeke biyanî paşeroja Sûriyeyê kontirol bike.” Tekez jî kir ku, divê li Sûriyeyê çekê kîmyayî bê bidawîanîn.

Her li dû gotina Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Rûsya û Îranê Sûriye lawaz kiriye.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock pêr (În, 03.01.2025) bi serdanekê gehiştin Şamê û bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan.

Berî civîna xwe ya bi Ehmed Şera re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana balyozxaneya welatê xwe li Şamê kir û di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje da, “Parîs hêvîdar e Sûriye ji bo hemî welatî û pêkhateyên wê aram, seqamgir û xwediya serweriya xwe be.”

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî jî bi Sûriyeyê re asayî dikin.