Davutoglu: Navxweya Tirkiyeyê bi parastina mafên Kurd û Tirkan bihêz dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu amaje da ku, ew dema demokrasiya temam tê bicihanîn û mafên Kurd, Tirk û welatiyên din tên parastin, navxweya welatê wan bihêz dibe. Vê yekê jî dê bandoreke erênî li ser Îraq û Sûriyeyê hebe.
Şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Duşem, 06.01.2025) li Enqereyê bi Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re civiya.
Davutoglu piştî temambûna wê civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Civîneke rastîn û cidî bû, zanyarên gelek baş li ser piroseya aştiyê dan me. Me tekez li ser wê yekê jî kir ku em çawa dersan ji ezmûnên borî werbigirin.”
Navbirî herwesa got, “Niha demeke hestyar e û pêşhatên mezin li cîhanê û li deverê hene. Divê em bereyê navxweyî bihêz bikin, bihêzkirina vî bereyî jî tenê bi rêya bicihanîna demokrasiya temam û parastina mafên Kurd û Tirkan û hemî welatiyên din dibe.”
Serokê Partiya Paşerojê tekez jî kir, “Em giringiyeke zêde bi gaziya Devlet Bahçeli ji bo aştiya navxweyî didin.” Daxwaz jî kir, “Hem alî di vê dema hestyar de bi awayekî jîrane serederiyê dikin.”
Davutoglu di derheqa rewşa Sûriyeyê de jî amaje da, “Me behsa Sûriye û Îraqê jî kir. Dema Tirkiye di nav xwe de bihêz be, bandoreke baş dê li ser Sûriye û Îraqê jî hebe.”
Piştî vê civînê, Şanda Dem Partiyê çû Perlemana Tirkiyeyê û bi firaksiyona AK Partiyê re civiya û biryar e her îro bi firaksiyona Seadetê re jî bicive.
Herwesa biryar e sibe (Sêşem, 07.01.2025) şanda Dem Partiyê serdana Serokê Partiya Devayê Elî Babacan û paştir jî serdana Serokê Partiya Yenîden Refayê Fatih Erbekan bike.
Rojeva serekî ya rûniştinên vê heftiyê yên Perlemana Tirkiyeyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Şanda Dem Partiyê dixwaze naveroka serdana xwe ji bo tevaya aliyên siyasî ron bike, ji bo ku yekdengiyeke temam li Perlemanê hebe.
Hindî CHP ye jî, dema hevdîtina wê diyar nîne. Serokê wê partiyê Ozgur Ozel jî amaje da ku, di rûniştina civata serkirdetiya partiya wan de danûstandin li ser pirsa pêşwaziya şanda Dem Partiyê tên kirin.