Şandên PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, sibe 7ê Çile şanda teknîkî ya PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin. 

Şanda teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe li Hewlêrê ji bo danîna bernameya hevbeş a pêkanîna kabîneya nû dicivin.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda teknîkî ya PDKê dê bi serokatiya endamê Polîtburoyê Piştîwan Sadiq û şanda teknîkî ya YNKê jî bi serokatiya endama Polîtburoyê Rêwas Fayeq dibe.

Hat zanîn, civîn bi mebesta amadekirina bernameyeke hevbeş ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya 18ê Mijdarê, şandên PDK û YNKê du caran ji bo pêkanîna Kabîneya Dehemîn civiyabûn, ev jî civîna sêyem e.

 
Fly Erbil Advertisment