Li Çînê erdhejek bihêz rû da û bi dehan kes bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê rojavayê Çînê di erdhejeke bihêz de herî kêm 53 kesan canê xwe jidest dan.

Ajansa nûçeyan a fermî ya “Xinhua” ragihand, îro 7ê Çile erdhejek bi pileya 6.8 li herêma Tîbetê ya Hîmalaya û herêma Dengrî ya başûrê rojavayê Çînê rû da.

Da zanîn jî, di encama erdhejê de, herî kêm 53 kesan canê xwe jidest dan û 38 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Tora Erdhejê ya Çînê ragihand, erdhej îro demjimêr 09:05ê bi dema Pekînê û bi kûrahiya 10 kîlometreyan bin erdê de pêk hat.

Medyaya Çînê got, di encama erdhejê de hejmarek avahî hilweşiyane, ku Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê erdhej bi hêza 7.1 pileya texmîn kiriye.

Hat ragihand, Niştecihên paytexta Nepalê, Katmandu jî hest erdhejê kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment