Şanda DEM Partiyê serdana CHPê û du partiyên din dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê îro serdana CHPê û du partiyên din ên parlamentoya Tirkiyeyê dike.
Li gor daxuyaniya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) şanda ku ji Sirri Sureya Onder, Ahmet Turk û Parvin Buldan pêk tê, îro 7ê Çile, demjimêr 10:30 dê serdana Partiya Komarî ya Gel (CHP) bike û bi Serokê wê partiyê Ozgur Ozel re bicive.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, şanda wê dmjimêr 13.00 jî serdana Partiya DEVA bike û ji aliyê serokê wê Alî Babacan ve were pêşwazîkirin.
Serdana herî dawî ya şanda DEM Partiyê dê di demjimêr 15.30 de bo Partiya Yenîden Refayê be û dê ji aliyê Serokê wê Fatîh Erbakan ve were pêşwazîkirin.
Ev serdanên DEM Partiyê bo aliyên siyasî yên Tirkiyeyê, piştî serdana şanda DEM Partiyê bo girtîgeha Îmraliyê û li ser daxwaza Abdullah Ocalan tê.
Duhî jî, şanda Dem Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Fraksiyona AK Partiyê, Serokê Partiya Siberojê Ahmed Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan kiribû.
Tê payîn ku careke din şanda DEM Partiyê bi Ocalan re hevdîtinê bike û naveroka hevdîtinên bi aliyên siyasî re, ji wî re bê pêşkêşkirin.