Yerlikaya: 65 bergumanên PKKê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, di heyama hefteyekê de, 65 bergumanên PKKê hatine binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro 7ê Çile li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, di encama operasyonên Kanî Gurz – 65 de, di heyama hefteyekê de, 65 bergumanên PKKê li 17 parêzgehên Tirkiyeyê de hatin binçavkirin.

Yerlikaya destnîşan kir, kesên hatine binçavkirin li ser torên civakî propagandaya PKK’ê kirine, beşdarî rêxistinan bûne û pêwendiya wan bi PKKê re hebûne.

Amaje bi wê jî kir, di operasyonan de hinek ji kesên hatine binçavkirin, cezaya zîndanên li ser wan hebû. Herwiha hejmarek ji çek û teqemeniyan jî hatin desteserkirin.

Diyar kir jî, operasyon li Edene, Antalya, Diyarbekir, Edîrne, Eskîşehîr, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Qers, Kocaelî, Meletî, Manîsa, Mugla, Mûş, Riha, Şirnex û Wanê hatine kirin

 
Fly Erbil Advertisment