Donald Trump: Erdogan li ser daxwaza min şerê Kurdan nekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dibêje, “Erdogan li ser daxwaza min şerê Kurdan nekir.” Amaje jî da ku, eger berî ew dest bi karê xwe bike revandî li Xezeyê neyên azadkirin, dozex dê çê bibe.

Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 07.01.2025) di konferanseke rojnamevanî de li wîlayeta Filorîdayê got, “Em dê navê kendavê Meksîkê ji bo kendavê Amerîkayê biguherin û em dê xûkeke giran li ser Meksîk û Kanadayê bisepînin.”

Donald Trump amaje jî da, “Eger ez Serokê Amerîkayê bam, şerê Ukraynayê rû nedida.” Herwesa got, “Erdogan li ser daxwaza min şerê Kurdan nekir.”

Navbirî tekez jî kir, “Min wesa kir ku Amerîkayê bisilamettirîn sinor hebe, niha sinor dehqat xirab bûye. Ew zindaniyên xwe dişînin Amerîkayê, herwesa ew kesên ku nexweşiyên derûnî hene, kesên gelek xirab dihatin Amerîkayê.”

Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê herwesa amaje da bernameya paşerojê ya îdareya nû ya Amerîkayê jî, ku biryar e li roja 20ê vê mehê dest bi karê xwe bike. Di derheqa sinoran û pirsa koçberan de jî got, “Min li serdema xwe bisilamettirîn sinor di dîroka Amerîkayê de hebû û niha jî em Amerîkayê vedigerînin serdema zêrîn.” Di eynî demê de amaje da pilan û bernameyên Komariyan û partiya xwe ji bo îdareya nû ya Amerîkayê.

Donald Trump di wê konferansa rojnamevanî de got, “Serok Erdogan dostê min e û kesekî min ê hezkirî ye û em rêzê li hev digirin. Piştî ku min daxwaz jê kir ku şerê Kurdan neke, wî dest jê berdan.”