Rojnamevaneke Îtalî ji aliyê Îranê ve hat berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni ragihand, Rojnamevan Cecilia Sala ji aliyê Îranê ve hatiye berdan û vegeriya welatê xwe.

Serokwezîra Îtalya îro 8ê Çile ragihand, ew dixwaze spasiya hemû dîplomat û berpirsan bike ku alîkarî di azadkirina rojnamevanê de kirine.

Roja 19ê Berçileya 2024an, rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ya 29 salî, dema ku li Tehranê raportek amade dikir, ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû girtin.

Girtina Sala li Îranê piştî sê rojan ji girtina bazirganê Îranî Mihemed Abdanî ji aliyê Îtalyayê ve hat, ku bi tometa dabînkirina alavên çêkirina dronan ji Supaya Pasdarên Îranê tê tawanbarkirin.