Pedersen: Hevdîtin di navbera Kurdan û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê taybet ê NY bo Sûriyeyê dibêje, li Sûriyê nû derfet û metirsiyên mezin hene, ji ber wê jî divê hemû pêkhate bi awayekî bi bandor beşdarî Sûriyeya nû bibin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê Ger Pedersen îro 8ê Çile got, hevdîtin di navbera Kurdan û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de hene. Herwiha Pedersen bang li desthilatên Sûrî yên nû kir ku destê hevkarî û baweriyê dirêjî hemû pêkhateyên Sûriyeyê bikin.

Pedersen got jî: “Biryarên ku niha tên standin, dê paşerojê ji bo demeke dirêj diyar bike.” Herwiha anî ziman ku Sûriye piştî rûxandina rêjîma Esed hewl dide rêyeke nû bibîne.

Şandeyê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê venaşêre ku derfet û metirsiyên mezin li Sûriyeyê nû hene, lewma daxwaz ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku beşdariyeke bi bandor di pêvajoya nû ya welat de bin.

Herwiha Pedersen got, Netewên Yekgirtî ji bo pêvajoya veguhêz, amade ye kar ligel rêveberiya nû ya Sûriyeyê bike û got: “Ez bang li rayedarên nû dikim ku kar ji bo pêkanîna veguhastina aştiyane bikin.”