Joe Biden: Niha agirbest di destê Hemasê de ye

Joe Biden
Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê radigehîne, “Di piroseya lihevkirina agirbesta Xezzeyê û azadkirina revandiyan de, pêşveçûn hene.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro (În, 10.01.2025) amaje da, “Ya ku maye di destê Hemasê de ye û divê revandiyan azad bike.”

Navbirî herwesa got, “Em hin pêşveçûnên baş û rastîn bi dest dixin. Ez îro bi endamên danûstandinan re civiyam. Bi nerîna min, a ku niha li Libnanê çê dibe gelek baş e, li dawiyê Serokkomarek heye û ew kesê yekê yê welatî ye.”

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir, “Ew niha bi giranî ji bo wî welatî kar dike. Ew berpirsyarê gelê Libnanê ye, ne Hemas û Hizbulah û komên din.”

Joe Biden herwesa ragehand, “Pêşveçûn hene û em hêvîdar in revandiyên li bin destê Hemasê bên azadkirin. Ya ku maye di destê Hemasê de ye, ji bo ku revandî bên azadkirin. Ez wesa difikirim ku em dikarin wan azad bikin û divê em wesa jî bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment