Serokê Fransayê serdana Libnanê dike

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Êlîzê radigehîne, “Serokê Fransayê li paşerojeke gelek nêzîk serdana Libnanê dike.”

Serokê Fransayê Emanuel Macron di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Serokkomarê Libnanê yê nûhilbijartî Cozêf On kir.

Emanuel Macron di wê peywendiya tilefonî de piştevaniya Fransayê ji bo Libnanê û bizavên Serokkomarî ji bo pêkanîna hikûmetê û hevgirtina Libnanê tekez kir.

Koçka Êlîzê jî eşkere kir, “Ji bo danûstandinan bi Serokkomarê Libnanê yê nû re, Emanuel Macron li paşerojeke gelek nêzîk serdana Beyrûtê dike.

Fermandarê Bilind ê Serbazî yê Artêşa Libnanê Cozêf Xelîl On duhî (Pêncşem, 09.01.2025) bi piraniya dengên endamên perlemana welatê xwe wekî Serokê Libnanê yê 14ê hat hilbijartin.

 
Fly Erbil Advertisment