Mezlûm Ebdî: HSD dibe pareke artêşa nû ya Sûriyeyê

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragehnad ku, hêzên wan dibin pareke artêşa nû ya Sûriyeyê. Tekez jî kir, “Bê goman em dê li ser paşeroja Sûriyeyê bi îdareya nû re li hev bikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çavpêkeftineke taybet de bi Sky News Erebî re got, “Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li sala 2015ê hat damezrandin, me gotibû ku ew hêz dê pareke sîstema bergiriyê ya paşerojê ya Sûriyeyê bin. Niha jî bi şertekî ku piroseya avakirina Sûriyeyeke nû bi serperiştiya Amerîkayê hebe, em dê pareke wê piroseyê bin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje jî da, “Em bi îdareya nû ya Sûriyeyê re li ser pirsên bingehîn ên girêdayî paşeroja Sûriyeyê hevnerîn in.”

Mezlûm Ebdî herwesa got, “Em li ser hevgirtina axa Sûriyeyê hevnerîn in, lê wekî hûn dizanin gelek hûrgiliyên kiryarkî hene ku Sûriyeyî li benda çareserkirina wan in.”

Navbirî herwesa behsa wê konferansa niştîmanî kir a ku niha li Sûriyeyê amadekarî jê re tên kirin û got, “Heta niha em nehatine vexwandin, lê nerîna me li ser vê mijarê ew e ku divê nûnerên hemî pêkhate û deveran û hêzên Sûriyeyê tevlî wê bibin. Bê wê yekê, ez wesa nafikirim ku ev konferans serkeftî be.”

Fermandarê HSDê di bersiva pirsyarekê de, ka gelo ew wekî HSD û îdareyeke xweser tevlî wê konferansê dibe an jî wekî şandeke hevpar bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re, got, “Em dilgerm in ku hemî pêkhate tevlî wê konferansê bibin, nûnerên hêzên siyasî û pêkhateyan û herwesa hêzên Kurdî jî vegire. Ev jî ji bo bihêziya devera me di piroseya danûstandinên siyasî de pêdivî ye.”