Li westgeheke Kerkûkê pênc milyar lîreyên Sûriyeyî hatin bindestkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Îraqê ragehnad ku, di nav timbêlekê de li Kerkûkê destê xwe danaye ser pênc milyar lîreyên Sûriyeyî.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî di ragehandinekê e got, “Duhî (Pêncşem, 09.01.2025) êvarê li westgeha Tirkelanê ya parêzgeha Kerkûkê, di nav timbêleke barhilgir de destê xwe danaye ser pênc milyar lîreyên Sûriyeyî, ku bizav dihat kirin ji wesgehan hatiban derbazkirin.”
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê amaje jî da, “Mefrezeyan şofêrê wê timbêlê û ew kesê pê re bû desteser kirine.”