Artêşa Pasdaran: Em ji her demekê zêdetir amade ne bergiriyê ji xwe bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê radigehîne ku, niha ji her sedemekê zêdetir amade ne ku bergiriyê ji welatê xwe bikin.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê Hisên Selamî di dawiya merasîma 19ê ya Manora Pêxemberê Ezem ê 19ê li Kirmanşaha Rojhilata Kurdistanê ragehand, “Em naxwazim axa welatekî din weke qada berevaniyê ji xwe re bikar bînin, ji ber ku welatê me gelek mezin e û em dikarin bersiva her êrîşekê ji nav welatê xwe bidin.”

Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê amaje jî da, “Ji ber wê sedemê, di tolvekirina Qasim Silêmanî de ji nav axa Îranê êrîşî ser bingehên Amerîkayî li Îraqê hat kirin.”

Hisên Selamî herwesa got, “Welatiyên me daxwaza bicihanîna operasyona soza Sadiqê 3ê li dijî Israîlê dikin, ji ber ku wan pê baş e em berdewam di hemî meydanan de bi hêz kar bikin.