Îran li ser sinorê Îraqê bendavekê çê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê dest bi çêkirina bendavekê li ser sinorê Îraqê kiriye, ku 70% ya ava baran û lehiyan vedigire.

Qayimqamê Mendeliyê yê berê Ekrem Xezaî ragehand, “Îranê dest bi çêkirina mezintirîn bendav li nêzî sinorê xwe yê bi Îraqê re kiriye, ku bandoreke mezin li ser astê avê li Îraqê dike.”

Ekrem Xezaî herwesa got, “Navê wê bendavê Şerîf Şa ye û dikeve ser nişîviyên newala Heranê, ku her sal rêjeyeke zêde ya ava baran û lehiyan tê de kom dibe û paşî dirije nav axa Îraqê.”

Navbirî ron jî kir, “Çêkirina wê bendavê çûye di warê bicihanînê de, 70% ya ava baran û lehiyan vedigire û 30 kîlometran ji sinorê Îraqê dûr e û li paşerojê bandoreke mezin li ser astê avê li Îraqê dike.”

Qayimqamê Mendeliyê yê berê amaje jî da, “95% ya ava baran û lehiyan li Îraqê ji ber nebûna bendavên pêdivî nayê vegirtin û feyde jê nayê wergirtin.”

Ekrem Xezaî bal kêşa ser wê yekê jî ku, “Îraqî bi rêjeya 80% pişta xwe bi ava binerd germ dikin, lewma pêdivî ye hin bendavên din jî ji bo vegirtina avê bên çêkirin.”