Mezlûm Ebdî daxwazê ji Trump dike ku hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venekêşe

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwazê ji Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê dike ku, hêzên welatê xwe ji Sûriyeyê venekêşe û dibêje, “Bi vekêşana wan hêzan, an DAIŞ serê xwe hildide an jî dibe sedema serhildana şerê navxweyî.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (În, 10.01.2025) bi rojnameya Gardian a Brîtanyayî çavpêkeftinek kir.

Mezlûm Ebdî di çarçoveya wê çavpêkeftinê de daxwazek arasteyî Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump kir û got, “Ez hêvîdar im Trump hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhilata Sûriyeyê venekêşe, ji ber ku vekêşana wan hêzan dibe sedema gefa serhildana DAIŞê an jî serhildana şerekî din ê navxweyî.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje jî da, “Mana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê sedema serekî ya seqamgiriya deverê ye.”

Navbirî ron jî kir, “Piştî destpêka pêkdadanên li gel artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê, çend endamên DAIŞê nexşe danabû ku êrîş kiriba ser zindanan û endamên wan rizgar kiriban.”