Kallas: Wezîrên Derve yên Ewropayê danûstandinan li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dikin

Kaja Kallas
Kaja Kallas

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragehand, “Ji bo danûstandinan li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê, Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li dawiya vê mehê li Brûksela paytexta Balçîkayê dicivin.”

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas îro (Yekşem, 12.01.2025) di konferanseke rojnamevanî de, di wê demê de ku ji bo amadebûna li danûstandinên Riyazê li ser Sûriyeyê bi rê ve bû, got, “Ez hêvîdar im em bikarin di wê demê de çend biryaran li ser wan karan bidin ên ku em dikarin bikin.”

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê Geir O. Pedersen heftiya borî di Civata Ewlehiyê de got, “Em pêşwaziya her bizaveke rakirina sizayên Amerîkayê ji ser Sûriye û desthilata wê ya nû dikin.”