Hezar dronên nû radestî artêşa Îranê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hezar dronên nû radestî artêşa Îranê hatin kirin. Ajansa Tesnîmê jî dibêje, “Ew dronên nû ji bo çend cihan li seranserî Îranê hatine gehandin, ku dibêjin ew dron dikarin ji radaran derbaz bibin.”
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan a Îranî îro (Duşem, 13.01.2025) parve kiriye, “Hezar dronên nû ji aliyê desthilatdaran ve radestî artêşa Îranê hatine kirin, di demekê de ku Îran xwe ji bo rûbirûbûna Israîl û Amerîkaya serdema Donald Trump amade dike.”
Ajansa Tesnîmê amaje jî da, “Ew dronên nû ji bo çend cihan li seranserî Îranê hatine gehandin, ku dibêjin ew dron dikarin ji radaran derbaz bibin.”
Wê ajansê eşkere jî kir, “Taybetmendiyên mezin ên van dronan ev in; Dikarin bi dûratiya zêdetirî du hezar kîlometran bifirin, dikarin cihên diyarkirî wêran bikin û ji bergiriyên dijeasmanî jî derbaz bibin.”
Her li dû gotinên wê ajansê, “Ev ne tenê şiyanên sîxurî û çavdêriya sinoran zêde dike, belkî şiyanên şerkirina keştiyên şerî jî zêde dike ji ber ku armancên dûr dihingêve.”