Berdevkê AK Partiyê: Îradeyeke cidî ji bo çareseriya pirsa Kurdî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê AK Partiyê diyar kir, îradeyeke cidî ji bo çareseriya pirsa Kurdî li Tirkiyeyê heye û ew dixwazin terorê ji rojeva welatê xwe derxînin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Encûmena Serkirdatiya partiya xwe, di civîneke rojnamevanî de got: “Li Tirkiyeyê îradeyeke xurt ji aliyê Devlet Bahçelî ve heye ku teror ji rojeva welatê me were derxistin.”
Çelîk got: “Yên ku terorê ji bo mebestên siyasî bikar anîne, her tim dibêjin ku li Tirkiyeyê rêyên siyasetê girtî ne, lê ev ne rast e. Dema pêvajoya aştiyê dimeşiya, teror xwedî nêrîn û armancên din bû.”
Ev di demekê de ye, rojeva sereke ya Tirkiyeyê pirsa Kurdî û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Bi vê armancê, di rojên derbasbûyî de şandeke DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, bi awayekî cuda ligel aliyên siyasî yên Tirkiyeyê civiya.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan roja 12ê Çile ragihand, “Ji bo pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zemîneke wiha berfireh û guncaw ku hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin, dê were avakirin. Divê kes vê zemînê jehrî neke, belkû divê piştgirî bide vê yekê.”