Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz giringiya hevahengiya ewlehî ya Kurdistan û Îraqê tekez dikin

Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Heşda Şebî dicivin û danûstandinan li ser pêşhat û guhertinên rewşa Îraq û deverê bi awayekî giştî dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 14.01.2025) bi Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz re civiya.

Di çarçoveya hevdîtina navbera wan de, danûstandin li ser dawî pêşhat û guhertinan û rewşa deverê bi awayekî giştî hatin kirin.

Herwesa her du aliyan tekez li ser giringiya pêşxistina hevahengiya ewlehî ya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî pêxemetî parastina ewlehî û seqamgiriyê kir.