Guterres: Îraqê rol di seqamgiriya deverê de hebû

Fuad Hisên û António Guterres
Fuad Hisên û António Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di civînekê de li Nûyorkê pesna rolê serekî yê Îraqê di seqamgiriya deverê de kir, herwesa Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê jî tekez li ser giringiya vedîtina çareyeke bilez ji bo qeyranên deverê kir.

Wezareta Derve ya Îraqê di beyannameykê de ragehand, “Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Nûyorkê de bi Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re civiya.”

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di wê hevdîtinê de pêşwaziya “destpêkirina Îraqê ji bo serokatiya Koma 77 û Çînê” kir, herwesa ji bo wê berpirsyarîtiyê jî pîrozbahî li Wezîrê Derve yê Îraqê kir û tekez jî kir, “giringiya wê komê wekî hevpareke stratejîk di piştevanîkirina karnameya lûtkeya bê de heye”.

Ew kom mezintirîn koma hikûmetan di nav rêkxistina Neteweyên Yekgirtî de ye ku li sala 1964ê, ji bo piştevaniya welatên nûgehiştî û bihêzkirina peywendiyên bazirganî, hatiye damezrandin.

Herwesa Guterres “pesna rolê Îraqê di pêşvebirina pêşxistina berdewam a welatên nûgehiştî ji bo pêşkeftinê di warên cuda cuda de kir” û tekez li ser “pêdivîtiya bilindkirina alîkariyên navbera Îraq û Neteweyên Yekgirtî ji bo rûbirûbûna astengên hevpar û bilindkirina cihê Îraqê di meydana navdewletî de” kir.

Fuad Hisên jî ji aliyê xwe ve “spasiya Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir, ji ber alîkariyên wî yên avaker ji bo Îraqê, herwesa pesna bizavên Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Îraqê (UNAMI) û destkeftiyên wê di dema borî de kir”.

Wezîrê Derve yê Îraqê di wê hevdîtinê de “ronkirinên hûr li ser dawî pêşhatên deverê eşkere kirin”, herwesa amaje da “nîgeraniyên Îraqê di vê qonaxê de” û tekez li ser “giringiya vedîtina çareyeke bilez ji bo qeyranên niha kir, bi awayekî ku Ewlehî û seqamgiriya deverê gerentî bike”.

Guterres pesna rolê serekî yê Îraqê li deverê kir û xasma jî li ser pêşhatên Sûriye, Filistîn û Libnanê, herwesa “tekez li ser piştevaniya bizavên Îraqê ji bo seqamgirî û pêşkeftinê li deverê jî kir”.